Hewla terora çalakvanê siyasî û parêzerê Kurd Sohrab Rehmetî li Herêma Kurdistanê hate dan

Hewla terora Sohrab Rehmetî yek ji çalakvanên siyasî û di heman demê de yek ji parêzerên

16 November 2023 22:49

 

Hengaw; Pêncşemî 16ê Mijdara 2023an

Hewla terora Sohrab Rehmetî yek ji çalakvanên siyasî û di heman demê de yek ji parêzerên endamê Navenda Parêzerên Herêma Kurdistana Iraqê, li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hate danê. Navbirî berê jî gelek caran ji aliyê destûpêwendiyên Komara Îslamî ya Îranê ve rastî gefa terorkirinê hatibû.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Pêncşemî 16ê Mijdara 2023an, Sohrab Rehmetî yê çalakvanê siyasî û ji parêzerên endamê Navenda Parêzerên Herêma Kudistanê, li ber mala xwe ya li şehreka “Hanasîtî” ya li bajarê Hewlêrê, ji aliyê kesekî yan çend kesên çekdar ve hewla terorkirina wî hate danê. Navbirî di salên borî de gelek caran ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve rastî gefa terorkirinê hatibû.

Hengaw agehdar bûye ku êrîşkaran çeka kolt ya bêdeng bikar aniye û du gulle li zikê Sohrab Rehmatî kevtine û bi giranî birîndar bûye. Ev parêzer û endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, niha li yek ji navendên pizîşkî yên bajarê Hewêrê di bin çavdêriya pizîşkî de ye.

Hêjayî gotinê ye ku Sohrab Rehmetî yek ji wan parêzeran e ku di salên derbasbûyî de nûneratiya çend malbatên ku endamên malbata wan ji aliyê destûpêwendiyên Komara Îslamî ya Îranê ve li Herêma Kurdistanê hatibûne terorkirin, kişabû stûyê xwe, ku di yek ji wan dosyeyan de Komara Îslamî ya Îranê hate mehkûmkirin.

Berê Sohrab Rehmetî li ser dosyeya terorkirina Qadir Qadirî yek ji fermandên payebilind ê Hizba Demokrat ku ji aliyê destûpêwendiyên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû terorkirin, ji Hengawê re gotibû: “Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê pilandarêjerê sereke ya kuştina Qadir Qadirî bûye û tawanbar bi eşkere îtiraf bi wê yekê kiribû ku Îranê li hember terora Qadir Qadirî bi wan re pêşniyara pareyeke zêde kiribû.


Di vî warî de zêde bixwînin