Bokan; Zaniyar Fetahiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

Ciwanê Kurd yê bi navê Zaniyar Fetahiyan yê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî y

17 November 2023 14:26


Hengaw; Înê 17ê Mijdara 2023an

Ciwanê Kurd yê bi navê Zaniyar Fetahiyan yê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 16ê Mijdara 2023an, Zaniyar Fetahiyan yê temen 23 salî û xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Lipeykevtinên malbatê li derheq agahdarbûn ji rewş û şêwaza ragirtina Zaniyar Fetahiyan bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derabarê sedemên girtin û herwisa tohmetên bi ser vê welatiyê ciwan de hatinî sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin