Bane; Birîndarbûna 3ê koleran ji aliyê hêzên çekdar ên hikûmî ve

Azad Nûrî yê xelkê Banê û du kolberên din yên bi navên “Zaniyar Rahzade û E

17 November 2023 15:19

 

Hengaw; Înê 17ê Mijdara 2023an


Azad Nûrî yê xelkê Banê û du kolberên din yên bi navên “Zaniyar Rahzade û Eşkan” (paşnavê wî diyar nîne) li ser sînorê Banê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Pênşemî 16ê Mijdara 2023an, Azad Nûrî yê kolberê xelkê bajarê Banê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê vî bajarî ji aliyê ser, dest, pişt û lêng xwe ve bi dijwarî hate birîndarkirin.

Berî vê bûyerê, êvareya roja Çarşemî 15ê Mijdara 2023an, koberekî din yê bi navê Zaniyar Rahzade yê temen 22 salî û xelkê gundê “Direpinbedan” yê ser bi bajarê Banê, li sînorê “Hengejale” bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatibû birîndarkirin.

Herwiha di heman roja Çarşemî de, kolberekî din yê bi navê Eşkan (paşnav navê wî diyar nîne) yê temen 27 salî û xelkê bajarê Seqizê bi gulleyên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate birîndarkirin

 Ev kolberê han bi gulleyên saçmeyî yên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê “Hengejale” ji aliyê serê xwe ve hatibû birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin