Banghêjkirin û gefxwarina li hunermend û çalakvanên Kurd li Xorasanê ji ber lixwekirina cilûbergên Kurdî

Saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bi ragihandina qedexekirina

17 November 2023 23:07

 

Hengaw; Înê 17ê Mijdara 2023an

Saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bi ragihandina qedexekirina lixwekirina cilûbergên Kurdî, rê li ber beşdarbûna welatiyên Kurd ên Xorasanê bi lixwekirina cilûbergên Kurdî di minasibetên cur bi cur de girtine û hejmarek ji çalakvan û hunermendên Kurd gazî û lêpêçîn kirine.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di van rojên derbasbûyî de saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê li parêzgehên Xorasana Bakur û Xorasana Rezewî bi hişdarîdan ji lixwekirina cilûbergên Kurdî bi taybetî hunermend di helkeftên cur bi cur de, bi eşkere lixwekirina cilûbergên Kurdî qedexe kirine.

Hengaw agehdar bûye ku di vê pêwendiyê de, îdareya Îtilaatê di wê dawiyê de li bajarên Qoçan, Bocnûrd, Şîrwan, Êsferayên û Deregezê gazî hejmarek ji hunermend û çalakvanê Kurd kiriye û hişyarî daye wan ku mafê lixwekirina cilûbergên Kurdî nînin.

Pêka gotina çalakvaneke medenî ku hatiye gazîkirin, saziyên ewlehî gef li çalakvan û hunermendên hatine gazîkirin xwarine, ku eger cilûbergên Kurdî lixwe bikin, dê bi tohmeta endam û hevkarîkirin digel partiyên Kurdistanî li dijî wan dosyiye were pêkanîn.

Di salên derbasbûyî de Kurdên Xorasanê bi alîkariya çalakvanên medenî û çandî, dest avêtine bi lixwekirina cilûbergên Kurdî yên adetî li Kurdistanê û bi belavkirina wêneyên xwe yên bi cilûbergên Kurdî di nav torên civakî de daxwaz ji Kurdên Xorasanê kirine ku zêdetir ji cureyên wiha yên cilûbergan bikar bînin.

Nêzî milyonek û 500 hezar Kurd li Xorasana Bakur û Xorasana Rezewî jiyanê dikin, ku bav û kalên wan di serdema desthilatdariya Sefewiyan de ji navçeyên sînorî yên Xoye, Makû, Urmiye û hwd ber bi sînorên Tirkmenistan û Efxanistanê ve hatine dûrxistin.


Di vî warî de zêde bixwînin