Du hefte piştî serdana Reîsî bo bajarê Bane herî kêm 43 kolber li sînorê Bane hatin kuştin û birîndar kirin

Pişî serdana Îbrahîm Reîsî, Serkomarê Komara Îslamî ya Îranê bo bajarê Banê, tundûtîjl li dijî kolb

18 November 2023 12:50

 

Pişî serdana Îbrahîm Reîsî, Serkomarê Komara Îslamî ya Îranê bo bajarê Banê, tundûtîjl li dijî kolberan ji aliyê hêzên çekdar ve bilid bûye. Bi birîndarbûna şeş kolberên din tênê di heyama du hefteyan de, aliyê kêm 3 kolber li ser sînrên Banê hatine kuştin û 40 kolberên din jî birîndar bûne. Piledar "Mehdî Mihemedî" di piraniya haletan de fermana teqekirin li dijî kolberan daye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Înê 17ê 2023an, Ferzad Husênî yê kolberê 17 salî yê xelkê gundê Aliyar yê ser bi Seqizê, bi teqekirina Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê "Hengejale" yê Banê hate birîndarkirin.

Di heman şevê de, Hemîdriza Hafizî yê temen 18 salî û xelkê Seqizê û Silêman Emînî yê 28 salî û xelkê bajarê Banê li ser sînorê "Hengejale" bi gullereşandina Hêzên Sînorî "Hengê Merzî" hatine birîndarkirin û ji ber kûrahiya birînan bo navendên dermanî hatine veguhadtin.

Herwiha êvariya roja Çarşemî 14ê  Mijdara 2023an, ciwanê kolber yê bi navê Barzan Osmanî yê temen 17 salî û xelkê bajarê Seqizê, bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî li ser sînorê Hengejale yê Banê, birîndar bibû. Ev ciwanê kolber ku ji aliyê ser, stû û milê xwe ve bi çeka saçmeyî birîndar bibû, bo navenda dermanî hatibû veguhestin.

Di heman şevê de li ser sînorê Hengejale, Diyako Remezanî yê 25 salî û xelkê Seqizê û Hamid Mihemedzade yê kolberê 22 salî û xelkê gundê Aliyar ê ser bi vî bajarî, bi gulleyên rasterast birîndar bûn. Rewşa tendirustiya Hamid Mihemedzade bi nebaşî hatiye ragihandin.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama du hefteyên borî de (piştî serdana Îbrahîm Reîsî bo Banê), herî kêm 3 kolber li ser sînorên bajarê Banê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî hatine kuştin û bi hesabkirina bûyerên dawî, herî kêm 40 kolber jî birîndar bûne.

Çavkaniyên Hengawê li Banê ragihandine ku berpirsê kuştina sîstematîk a kolberan di van rojên dawî de li ser sînorê Banê kesek bi navê "Serwan Mehdî Mihemedî" fermandê binkeya leşkerî ya "Kilegom Nenûr û Hengejale"yê ye ku di piraniya haletan de fermana gullebarankirina rasterast li dijî kolberan daye û di hin haletan de jî bi xwe li teqekirina li dijî kolberan beşdarî kiriye.


Di vî warî de zêde bixwînin