Sine; Biryara girtina Şêrko Hicazî li girtîgeha Îtilaatê dubare hate dirêjkirin

Biryara girtina Serokê Heyeta Topapê ya Seqizê û çalakvanê medenî yê

18 November 2023 13:02

 

Biryara girtina Serokê Heyeta Topapê ya Seqizê û çalakvanê medenî yê girtî Şêrko Hicazî, ji aliyê Wezareta Îtilaatê ve mehek din hate dirêjkirin û ev girtiyê Kurd di girtîgeha Îtilaatê ya bajarê Sinê da tê ragirtîn.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, biryara girtina Serokê Heyeta Topapê ya Seqizê Şêrko Hicazî, ku piştî çend rojan girtinê di vî bajarî de, ji bo girtîgeha Îtilaatê ya bajarê Sineyê hatibû veguhestin, girtîgeha wî mehek dinê hate dirêjkirin.

Şêrko Hicazî ku beriya niha ji bo îtirafkirina bi zorê hatibû îşkencekirin, niha du meh û 5 roj e girtîgeha xwe derbas dike.

Ew calakvanê siyasî ku li mafên hevdîtinên rûbirû û destpêregihîştin bi parêz hatibû bêparkirin, pêştire ev yeka dîsan ji bo mehekê hate dirêjkirin.                                           
Berê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di raporekê de behsa zêdebûna zextên ser wî girtiyê Kurd ji aliye Îtilaatê ve kiribû û herwisa dabû zanîn ku Îtilaatê xwe ji dana her zanyariyekê derheq rewşa wî girtiyê Kurd, bi malbata wî re diparêze.
Şêrko Hicazî nîvroya roja Duşemî 11ê Îlona 2023an, bi lêdaneke tund li şeqama naskirî bi “Şûheda” a bajarê Seqizê û nêzîkî cihê karê xwe, hate girtin. Hêzên ewlehî ew avêtine sindoqa maşînekê û digel xwa birin.


Di vî warî de zêde bixwînin