Sine; Umîd Mecîdî yê repêrê ciwan yê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

Umîd Mecîdî, hunermendê repêr yê ciwan û xelkê bajarê Sine, ji aliyê hejmarek ji hêzên ewlehî ve hate girtin û piştre bo

18 November 2023 15:34


Hengaw; Şemî 18ê Mijdara 2023an

Umîd Mecîdî, hunermendê repêr yê ciwan û xelkê bajarê Sine, ji aliyê hejmarek ji hêzên ewlehî ve hate girtin û piştre bo cihekî nediyar hate veguhestin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 15ê Mijdara 2023an, Umîd Mecîdî, hunermendê ciwan yê repêr yê xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agahdar, ev ciwanê han ku di warê muzîka repê de dixebite, di dema çûn bo ser karê xwe yê rojane de, bi êrîşa hêzên ewlehî‌ li qada "Leylax"  ya Sine hate girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin û cihê ragirtina wî û herwiha tohmetên li dijî Umîd Mecîdî hatinî sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin