Sine; 5 sal girtîgeh bi ser Keywan Zendkerîmî de hate sepandin

Keywan Zendkerîmî yek ji girtiyên tevgra Jin, Jiyan, Azadî li Sine ku îsal li heyama 5 mehan di girtîgehê de bû, çar

18 November 2023 20:58

 

Hengaw; Şemî 18ê Mijdara 2023an 

Keywan Zendkerîmî yek ji girtiyên tevgra Jin, Jiyan, Azadî li Sine ku îsal li heyama 5 mehan di girtîgehê de bû, çar din ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve 5 sal girtîgeh bi ser de hate sepanin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Keywan Zandkerîmî yê xelkê bajarê Sine, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve, bi tometên “kombûn û lihevkirin û propaganda li dijî Komara Îslamî ya Îranê û beşdarîkirin di kombûnên nerazîbûnê de”, 5 sal girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev sizayê hatî sepandin roja Çarşemî 17ê Mijdara 2023an, bi fermî bi Keywan Zendkerîmî re hatiye ragihandin.

Keyvan Zendkerîmî, roja 22ê Kanûna 2022an, li cihê karê xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştre bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhestin. Roja Sêşemî 2ê Gulana 2023an, piştî 125 roj binçavkirinê, bi danîna barimteya 3 milyar Tumenî heta dawî qonaxên dadgehê, bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû berdan.

Ev welatiyê Kurd roja 7ê Gulana îsal car din piştî çend rojan ji berdanê û di bin zextên Îtilaata Spaha Pasdaran de dema ku ji bo şopandina  dosyeya xwe serdana dadgehê kiribû, hate girtin û bo girtigeha navendî ya Sinê hatibû veguhestin û di dawiyê de, li 26ê Tebaxa îsal bi danîna barimte hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin