Ji ber teqîna cebilxaneyên şer li Mêhranê du kesan canê xwe ji dest dan û zarokek jî birîndar bû

Bi sedema teqîna cebilxaneyên bi cihmayî ji şerê heşt sale yê Îran û Iraqê li bajarê Mê

18 November 2023 22:16


Hengaw; Şemî 18ê Mijdara 2023an

Bi sedema teqîna cebilxaneyên bi cihmayî ji şerê heşt sale yê Îran û Iraqê li bajarê Mêranê yê ser bi parêzgeha Îlamê, du zilaman canê xwe ji dest dan û zarokek yek salî jî hate birîndarkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 10ê nîveroya roja Çarşemî 15ê Mijdara 2023an, ji ber cebilxaneyên şer li yek ji avahiyên şehreka Îslamiyê ya ser bi bajarê Mêhrana parêzgeha Îlamê, du zilam yên bi navên Şehram (paşnavê wî nediyar e) yê 27 salî û Ebas Şîrîniya yê 35 salî canê xwe ji dest dane.

Di vê bûyerê de tevî Şehram û birayê jina wî Ebas Şîrîniya, zarokek 15 mehe ku zaroka Ebas bûye bi dijwarî hatiye birêndarkirin û rewşa wî nebaş e.

Hêjayî gotinê ye ku ev teqîne di enbara mala Şehram de hatiye qewimîn.

Di bajarên parêzgeha Îlamê de ji ber nebûna derfetên kar, hejmarek ji xelkê ji bo debara jiyana xwe rû kirine li berhevkirina hesin û bermayiyên şer û bi komkirina wan û ragirtin di malên xwe de, carinan bûyerên bi vî rengî jî diqewimin.


Di vî warî de zêde bixwînin