Bane; Sê kolber ku yek ji wan nûciwan e bi gullereşandina rasterast a hêzên çekdar ên hikûmetî hatine birîndarkirin

Mahan (paşnavê wî nediyer e) yê temen 16 salî û kolberekî din yê bi navê Şehram Mur

19 November 2023 12:40

 

Hengaw; Yekşemî 19ê Mijdara 2023an

Mahan (paşnavê wî nediyer e) yê temen 16 salî û kolberekî din yê bi navê Şehram Muradweysî yên xelkê bajarê Seqizê û Kemal Xizrî kolberê xelkê bajarê Bokanê li ser sînorê Banê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) bi dijwarî birîndar bûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvariya roja Şemî 18ê Mijdara 2023an, Şehram Muradweysî yê kolberê temen 22 salî û xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên sînorî ve bi çekên şer ji aliyê dest û lingê xwe ve bi giranî hate birîndarkirin.

Roja Înê 17ê Mijdara 2023an jî, kolberekî din yê bi navê Mahan yê temen 16 salî û xelkê bajarê Seqizê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî li ser sînorê "Hengejale" yê Banê hate birîndarkirin.

Berê vê yeke jî, êvariya roja Pêncşemî 16ê Mijdara 2023an, kolberekî din yê bi navê Kemal Xizrî yê xelkê Bokanê li ser sînorê "Hengejale" yê Banê bi gulleyên rasterast ên hêzên sînorî hatibû birîndarkirin.

Ev sê kolberên han piştî ku bi gullereşandina hêzên sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine birîndarkirin, bo tedawiyên pizîşkî ji bo navendên pizîşkî hatibûne veguhestin.

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama 16 rojên derbasbûyî de (piştî serdana Îbrahîm Reîsî bo bajarê Banê) aliyê kêm 3 kolber li ser sînorê Banê bi gulleyên rastearst ên hêzên sînorî  canê xwe ji dest dane û herî kêm 43 kolber jî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin