Sine; Hacer Seîdî hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhastin

Hacer Seîdî çalakvana kedkarî û mafê jinan a xelka bajarê Sine ku îsal heyama zêd

19 November 2023 20:10

 

Hengaw; Yekşemî 19ê Mijdara 2023an

Hacer Seîdî çalakvana kedkarî û mafê jinan a xelka bajarê Sine ku îsal heyama zêdetirî mehekê hatibû binçavkirin, ji bo cîbicîkirina sizayê salek girtîgehê hate girtin û ji bo benda "Neswan" a girtîgeha navendî ya Sinê hate veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 18ê Mijadara 2023an, Hacer Seîdî ya çalakvana kedkarî, piştî ku ji aliyê Taya Çarem ya Cîbicîkirina Sizayên Dadseraya Giştî û Şoreş a Sinê ve hate gazîkirin, li wir hate girtin û ji bo cîbicîkirina cezayê selek girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Sinê hate veguhestin.

Ev çalakvana kedkarî berê jî, ji aliyê Taya Yekem ya Dadgeha Şoreş ya Sine bi serokatiya Dadwer "Seîdî" bi tohmetên weke "kombûn û lihevkirin bi rêya pêkanîna girûpa komonîstî û hewldan li dijî ewlehiya netewî" bi du sal girtîgehê hatibû sizadan. Ev sizaye di dawiyê de ji aliyê Taya Çarem ya Dadgeha Pêdaçûn ya Sine ve bi salek girtîgehê hate kêm kirin.

Hacer Seîdî tevî heft çalakvanên din ên medenî û kedkarî, êvariya roja çarşemî 17ê Gulana 2023an ,ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê li mala malbata Hûmen Ebdullahî, ciwanê canjidestdayî li bajarê Sine, hatibû binçavkirin.

Di dawiyê de ev çalakvana han, 18ê Hezîrana 2023an, bi danîna barimeteya 500 milyon Tumenî ji girtîgeha navendî ya Sinê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin