Bokan; Girtina dubare ya mamoste Hesen Fethî Xizirlek

Çalakvankî olî yê xelkê Bokanê yê bi navê Mamoste Hesen Fethî Xizirlek, ku di meşa tevgera Jin

19 November 2023 21:25


Hengaw; Yekşemî 19ê Mijdara 2023an 

Çalakvankî olî yê xelkê Bokanê yê bi navê Mamoste Hesen Fethî Xizirlek, ku di meşa tevgera Jin, Jiyan Azadî de hatibû girtin, careke din ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 18ê Mijdara 2023an Mamoste Hesen Fethî Xizirlek yê çalakvanê olî û pêşnimêjê Mizgefta gundê “Qaziliyan” a Bokanê ji aliyê hêzên Îtilaata vî bajarî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, agahiyen zêdetir derbarê sedemên girtin, tohmet û cihê mana vî çalakvanê olî li ber dest nînin û lipeyketina malbata wî jî di vê derbarê de bê encam bûye.

Hêjayî gotinê ye ku mamosta Hesen Fethî Xizirlek roja Yekşemî 11ê Çile 2022, di meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî du mehan ji binçavkirinê di 14 Adara heman salê de, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatîbû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin