Çekdarên Îranê bi gulleyên rasterast sê kolberên dinê birîndar kirin

Serkewt Ebasî yê temen 16 salî û Dana (paşnavê wî nediyer e) yê 17 salî yên xelkê bajarê Seqizê û

20 November 2023 10:13

 

Hengaw; Duşemî 20ê Mjidara 2023an


Serkewt Ebasî yê temen 16 salî û Dana (paşnavê wî nediyer e) yê 17 salî yên xelkê bajarê Seqizê û Şaxewan Feyzî kolberê 19 salî yê xelkê Dîwandereyê li sînorê bajarê Banê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 17ê Mijdara 2023an, Serkewt Ebasî û Dana (paşnavê wî nediyer e), kolberên di bin 18 saliyê de û yên xelkê bajarê Seqizê li ser sînorê "Hengejale" yê Banê hatine birîndarkirin.

Herwiha kolberekî din ê bi navê Şaxewan Feyzî yê temen 19 salî, bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê "Hengejale" yê Banê ji aliyê serê xwe ve hate birîndarkirin.

Ev 3ê kolberên Kurd piştî ku ji aliyê Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) ve hatine birîndarkirin, ji ber dijwariya birînên xwe ji bo tedawiyên pizişkî bo navendên pizîşkî hatine veguhestin.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama 16 rojên borî de (piştî serdana Îbrahîm Reîsî bo Banê), herî kêm 3 kolber li ser sînorên bajarê Banê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî hatine kuştin û bi hesabkirina bûyerên dawî, herî kêm 46 kolber jî birîndar bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin