Birîndarbûna du kolberan li ser sînorên Bane û Newsûdê

Subhan Mehmûdî yê kolberê xekê bajarê Rewanser û kolberek din yê xelkê Seqizê yê bi navê Kawe

20 November 2023 11:49


Hengaw; Duşemî 20ê Mijdara 2023an

Subhan Mehmûdî yê kolberê xekê bajarê Rewanser û kolberek din yê xelkê Seqizê yê bi navê Kawe Seîdpûr, bi gullereşandina rasterast a hêzên hikûmî li ser sînorên Newsûd û Hengejaleya Banê hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Yekşemî 19ê Mijdara 2023an, Subhan Mehmûdî yê xelkê Rewanserê bi teqeya Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin.

Her di vê pêwendiyê de, êvareya Şemî 18ê Mijdara 2023an, kolberekî din yê bi navê Kawe Seîdpûr yê 34 salî û xelkê bajarê Seqizê bi gullereşandina rasterast a hêzên hikûmî li ser sînorê Hengejale yê Banê hate birîndarkirin.

Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê lingê Subhan Mehmûdî û Kawe Seîdpûr kiribûne bi armanc.


Di vî warî de zêde bixwînin