Urmiye; ji ber sir û seqemê kolberekî ciwan jiyana xwe ji dest da

Qesîm Kerîmî, kolberê xelkê Urmiyê di dema kolberiyê de li bilindahiya sînorê Tirkiyê ji ber sir û seqema zêde jiyana xwe ji dest da.

20 November 2023 15:22

 

Hengaw; Duşemî 20ê Mijdara 2023an

Qesîm Kerîmî, kolberê xelkê Urmiyê di dema kolberiyê de li bilindahiya sînorê Tirkiyê ji ber sir û seqema zêde jiyana xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Yekşemî 19ê Mijdara 2023an, Qesîm Kerîmî, kolberê xelkê gundê "Fîroziyan" yê girêdayî devera Soma û Biradosta Urmiyê di dema kolberiyê de li bilindahiya sînorê Tirkiyê ji ber sir û seqema zêde jiyana xwe jî dest da.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, Qesîm Kerîmî, temen 23 salî û bavê du zarokên piçûk bûye.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka sala 2023 ve aliyê kêm du kolberan li ser sînorên Banê û Urmiyê ji ber sir û seqemê jiyana xwe ji dest dane.


Di vî warî de zêde bixwînin