Merîwan; Adil Pîrozî piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê hate binçavkirin

Adil Pîrozî yê girtiyê siyasî yê berê û xelkê gundê "Serdoş" yê ser bi bajarê Merîwanê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata Merîwanê hate girtin.

20 November 2023 17:26

 

Hengaw; Duşemî 20ê Mijdara 2023an

Adil Pîrozî yê girtiyê siyasî yê berê û xelkê gundê "Serdoş" yê ser bi bajarê Merîwanê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata Merîwanê hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 20ê Mijdara 2023an, Adil Pîrozî yê temen 28 salî û girtiyê siyasî yê berê û xelkê gundê "Serdoş" yê ser bi Merîwanê، piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata Merîwanê hate girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî Adil Pîrozî hatinî sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.

Adil Pîrozî di Pazyîza sala 2020an de jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştre bi tohmeta "hevkarîkirin digel partiyeke Kurdistanî ya opozîsyona hikûmetê" ji aliyê Dadgeha Şoreş a Merîwanê ve 2 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin. 

Navbirî di Pazîza sala 2019an de ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hatibû girtin û piştî derbaskirina şeş meh ji sizayê xwe yê du salan, 25ê Adara 2020an bi awayekî mercdar ji girtîgeha navendî ya Merîwanê hate berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin