Cezayê darvekirina girtiyekî Kurd yê xelkê Bokanê li girtîgeha navendî ya Erdebîlê hate cîbicîkirin

Cezayê darvekirina girtiyekî Kurd yê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê Siyam

20 November 2023 20:20

 

Hengaw; Duşemî 20ê Mijdara 2023an

Cezayê darvekirina girtiyekî Kurd yê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê Siyamend Ustiwar, ku berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya bajarê Erdebîlê hate darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 20ê Mijdara 2023an, sizayê darvekirina Siyamend Ustiwar yê girtiyê temen 40 salî û xelkê gundê "Dinguz" yê ser bi bajarê Bokanê, li girtîgeha navendî ya Erdebîlê hate cîbicîkirin.

Ev girtiyê han ku bavê 2 zarokan bûye, du sal berî niha hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişeber bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina Siyamend Ustiwar di medyayên hikûmetî û herwisa medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin


Di vî warî de zêde bixwînin