Pîranşehr; Girtina hovane ya du nûciwanan li bajarê Pîranşehrê

Ferzîn Nebî yê nûciwanê 14 salî û Hêdî Yûsifî Eqdem yê 16 salî, nûciwanên xelkê bajarê Pîranş

21 November 2023 12:49

 

Hengaw; Sêşemî 21ê Mijdara 2023an

Ferzîn Nebî yê nûciwanê 14 salî û Hêdî Yûsifî Eqdem yê 16 salî, nûciwanên xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi lêdan û kutanê hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine vegugestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Yekşemî 19ê Mijdara 2023an, Ferzîn Nebî yê nûciwanê 14 salî yê xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve li cihê karê xwe li şeqama Mela Riza ya vî bajarê hate girtin.

Hevdem, nûciwanê din yê bi navê Hêdî Yûsifî Eqdem yê temen 16 salî jî, li mala xwe ya li Pîranşehrê bi awayekî hovane hate girtin.

Ev nûciwanê han, piştî girtina bi hovane, bo cihekî nediyar hatine veguhestin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin û tohmetên bi ser wan de hatinî sepandin, ti zanyariyeke serast ber dest nînin.


Di vî warî de zêde bixwînin