Girtina nûciwanan li Pîranşehrê giha bi sê kesan

Bi girtina nûciwanek din yê xelkê bajarê Pîranşerê yê bi navê Komar Nebî yê 16 s

21 November 2023 14:07

 

Hengaw; Sêşemî 21ê Mijdara 2023an

Bi girtina nûciwanek din yê xelkê bajarê Pîranşerê yê bi navê Komar Nebî yê 16 salî, hejmara nûciwanên hatinî girtin di vî bajarî de giha bi sê kesan. Berê du nûciwanên din hatibûne girtin ku nasnameya wan Ferzîn Nebî yê 14 salî û Hêdî Yûsifî Eqdem yê temen 16 salî jî hatibû zanîn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 20ê Mijdara 2023an, Komar Nebî yê 16 salî yê xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve di mala bavê xwe de bi bê hebûna ti belgeyek yasayî hate girtin.

Beriya wê yekê, roja Yekşemî 19ê Mijdara 2023an, Ferzîn Nebî yê nûciwanê 14 salî yê xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve li cihê karê xwe li şeqama Mela Riza ya vî bajarê hate girtin.

Hevdem, nûciwanê din yê bi navê Hêdî Yûsifî Eqdem yê temen 16 salî jî, li mala xwe ya li Pîranşehrê bi awayekî hovane hate girtin.

Komar Nebî, Ferzên Nebî û Hêdî Yûsifî Eqdem, piştî girtinê bo cihekî nediyar hatine veguhestin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin û tohmetên bi ser wan de hatinî sepandin, ti zanyariyeke serast ber dest nînin.

Li gorî Konvansiyona Mafê Zarokan ku hikûmeta Îranê jî tevlî wê bûye û piştgirêdan bi madeya 9 a yasaya medenî, girtina beriya dadgehê divê wekî dawî rêkar û di dema pêwîst de were bikaranîn. Her di vê derbarê de yasayên navxweyî yên Komara Îslamî jî di madeya 287 a yasaya dadresiya tawanan de mijarek bi vî rengî tê de hatiye. Li ser vê bingehê jî, bingeha radestkirina zarok an ciwanek ji dayîk û bav an serpereştiyar re yasayî ye û îmkana wê yekê heye ku di dema lêpirsîna destpêkî de, di şert û mercên awarte de be.


Di vî warî de zêde bixwînin