Bi girtina du nûciwanên din hejmara nûciwanên hatinî girtin li Pîranşehrê giha bi pênc kesan

Bi eşkerebûna nasnameya du nûciwanên din ên hatinî girtin yên bi navê Pêşewa Nebî y

21 November 2023 17:18

 

Hengaw; Sêşemî 21ê Mijdara 2023an

Bi eşkerebûna nasnameya du nûciwanên din ên hatinî girtin yên bi navê Pêşewa Nebî yê temen 16 salî û Karzan Nebî yê 15 salî, hejmara nûciwanên hatinî girtin di vî bajarî de giha bi pênc kesan. Hengawê berê ji binçavkirina sê nûciwanên din yên xelkê vî bajarê yên bi navên Komar Nebî, Ferzîn Nebî û Hêdî Yûsifî Eqdem nûçeyek weşandibû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 20ê Mijdara 2023an, Pêşewa Nebî yê 16 salî û Karzan Nebî yê 15 salî, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Pîranşehrê di malên bavên xwe de hatine girtin.

Herwisa roja Duşemî, Komar Nebî yê temen 16 salî yê xelekê bajarê Pîranşehrê jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarê hate girtin.

Beriya wê yekê, roja Yekşemî 19ê Mijdara 2023an, Ferzîn Nebî yê nûciwanê 14 salî yê xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve li cihê karê xwe li şeqama Mela Riza ya vî bajarê hate girtin û nûciwanek din yê bi navê Hêdî Yûsifî Eqdem yê 16 salî, li mala xwe ya li Pîranşarê bi awayekî hovane hate girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin û tohmetên bi ser wan pên nûciwanan de hatinî sepandin, ti zanyariyeke serast ber dest nînin.

Li gorî Konvansiyona Mafê Zarokan ku hikûmeta Îranê jî tevlî wê bûye û piştgirêdan bi madeya 9 a yasaya medenî, girtina beriya dadgehê divê wekî dawî rêkar û di dema pêwîst de were bikaranîn. Her di vê derbarê de yasayên navxweyî yên Komara Îslamî jî di madeya 287 a yasaya dadresiya tawanan de mijarek bi vî rengî tê de hatiye. Li ser vê bingehê jî, bingeha radestkirina zarok an ciwanek ji dayîk û bav an serpereştiyar re yasayî ye û îmkana wê yekê heye ku di dema lêpirsîna destpêkî de, di şert û mercên awarte de be.


Di vî warî de zêde bixwînin