10 kolber di meha Mijdara 2023an de hatine birîndarkirin; nûciwanên ku di vê mehê de bûne qurbanî ji amarên salane yên li dehika birî de zêdetir e

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê,

22 November 2023 12:38


Hengaw; Çarşemî 22ê Mijdara 2023an

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Mijdara 2023an de aliyê kêm 10 nûciwanên kolber di dema kolberiyê de li ser sînorên Kurdistanê hatine birîndarkirin ku bilindtirîn amar di heyama 10 salên borî de bûye. Di heyama 10 salên borî de ti carî hejmara nûciwanên kolber yên ku di salekê de bûne qurbanî, negihîştiye 10 bûyeran.

Li gorî vê raporê, aliyê kêm 9 nûciwanên kolber bi gulleyên rasterast yên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatine birîndarkirin û nûciwanek din jî ji ber teqîna mînê birîndar bûye.

Herwisa, 9 kes ji wan kolberan li ser sînorê Banê hatine birîndarkirin û kolberek jî li sînorê Newsûdê hatiye birîndarkirin. 7 kes ji wan nûciwanan ku di dema kolberiyê de birîndar bûne yên xelkê bajarê Seqizê bûne û du kes jî yên xelkê bajarê Sine bûne û yek jî xelkê Nodşê bûye.

 

Nasname û zanyariyên zêdetir derbarê nûciwanên kolber yên ku hatine birîndarkirin, wiha ne:

1- Şehram Emînî yê temen 17 salî yê xelkê bajarê Seqizê, di 31ê Cotmeha 2023an de, li ser sînorê Banê ji ber teqîna mînê birîndar bû.
2-Mubîn (paşnavê wî nediyar e) yê temen 16 salî yê xelkê bajarê Nodşê, di 8ê Mijdara 2023an de, li ser sînorê Nodşê bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate birîndarkirin.
3- Arîn Mihemedî yê temen 14 salî yê xelkê bajarê Sine, di 14ê Mijdara 2023an de, li ser sînorê Banê bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate birîndarkirin.
4- Îman (paşnavê wî nediyar e) yê temen 17 salî yê xelkê bajarê Sine, di 14ê Mijdara 2023an de, li ser sînorê Banê bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate birîndarkirin.
5- Barzan Osmanî yê temen 17 salî yê xelkê bajarê Seqizê, di 15ê Mijdara 2023an de, li ser sînorê Banê bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate birîndarkirin.
6- Hemîd Riza Hafizî yê temen 17 salî yê xelkê bajarê Seqizê, di 15ê Mijdara 2023an de, li ser sînorê Banê bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate birîndarkirin.
7- Ferzad Husênî yê temen 17 salî yê xelkê bajarê Seqizê, di 15ê Mijdara 2023an de, li ser sînorê Banê bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate birîndarkirin.
8- Mahan Mûsewî yê temen 16 salî yê xelkê bajarê Seqizê, di 18ê Mijdara 2023an de, li ser sînorê Banê bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate birîndarkirin.
9- Serkewt Ebasî yê temen 16 salî yê xelkê bajarê Seqizê, di 17ê Mijdara 2023an de, li ser sînorê Banê bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate birîndarkirin.
10- Dana Fercpûr yê temen 17 salî yê xelkê bajarê Seqizê, di 17ê Mijdara 2023an de, li ser sînorê Banê bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin