Du girtiyên Kurd li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hatine darvekirin

Sizayê darvekirina aliyê kêm du girtiyên Kurd ên bi navên “Mislim Cemşîdî û Mihemed E

22 November 2023 14:37

 

Hengaw; Çarşemî 22ê Mijdara 2023an

Sizayê darvekirina aliyê kêm du girtiyên Kurd ên bi navên “Mislim Cemşîdî û Mihemed Endîşgû” ku berê bi tohmeta madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Çarşemî 22ê Mijdara 2023an, sizayê du girtiyên Kurd yên bi navên "Mislim Cemşîdî" yê xelkê bajarê Hersîn û "Mihemed Endîşgû" yê 55 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê li girtîgeha Kirmaşanê hate cîbicîkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, berê ev du girtiyên han bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û paşê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina van du girtiyên Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmî û nemaze ragihandinên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin