Bane; Seidulah Şahperest ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

Seidulah Şahperest yê xelkê bajarê Banê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û ji bo cihekî

22 November 2023 16:46

 

Hengaw; Çarşemî 22ê Mijdara 2023an

Seidulah Şahperest yê xelkê bajarê Banê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û ji bo cihekî nediyar hate veguhestine.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 21ê Mijdara 2023an, Seidulah Şahperest yê xelkê bajarê Banê yê temen 30 salî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin.

Li gor gotina çavkaniyeke agahdar, girtina wî welatiyê Kurd bi awayekî hovane û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê 9 endamê hêzên ewlehî ve li mala malbatiya xwe li bilwara Hêmin ya bajarê Banê hatiye pêkanîn. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke derheq sedemên girtin û tohmetên li dijî Seidulah Şahperest û cihê ragirtina wî ber dest nînin.


Di vî warî de zêde bixwînin