Kolberek din ji ber sir û seqemê canê xwe ji dest da

Rehman Meirûfî, kolberê xelkê bajarê Pîranşehrê di dema kolberiyê de ji bilindahiya sîn

22 November 2023 18:15

 

Hengaw; 22ê Mijdara 2023an

Rehman Meirûfî, kolberê xelkê bajarê Pîranşehrê di dema kolberiyê de ji bilindahiya sînorê vî bajarî ji ber sir û seqemê canê xwe ji dest da. Ew duyemîn kolber e ku di vê heftiyê de ji ber sirlêdanê canê xwe ji dest dide.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, direngiya êvareya roja Çarşemî 22ê Mijdara 2023an, termê Rehman Meirûfî, kolberê xelkê “Gizgisk” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, li sînorê “Ganpê” yê vî bajarî ji aliyê çiyageran ve hatiye peydakirin û di niha de bo aliyê quntarên çiya di halê veguhastinê de ye.

Termê vî kolberê 32 salî ku bavê du zarokan bûye, roja Duşemî 20ê Mijdarê di dema kolberiyê de li çiyayan wunda bibû û ji ber sir û seqema dijwar jiyana xwe ji dest dabû.

Berê jî, êvareya Yekşemî 19ê Mijdara 2023an, Qesîm Kerîmî, kolberê Kurd ê 23 salî yê xelkê gundê “Fîroziyan” yê ser bi devera Soma û Biradosta Urmiyê di dema kolberiyê de ji bilindahiya sînorê Tirkiyê ji ber sir û seqemê canê xwe ji dest dabû


Di vî warî de zêde bixwînin