Esed Hesenpûr kolberê ku giranî birîndar bibû, canê xwe ji dest da

Esed Hesenpûr, kolberê temen 25 salî û xelkê bajarê Seqizê ku bi teqeya rast

22 November 2023 22:02

 

Hengaw; Çarşemî 22ê Mijdara 2023an

Esed Hesenpûr, kolberê temen 25 salî û xelkê bajarê Seqizê ku bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li sînorê "Hengejale" yê ser bi bajarê Banê ku bi dijwarî hatibû birîndarkirin, ji ber giranbûna birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Çarçemî 22ê Mijdara 2023an, Esed Hesenpûr, kolberê xelkê gundê "Ceifer Xan" yê ser bi Seqizê ku ji aliyê zikê xwe ve birîndar bibû li nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Banê canê xwe ji dest da.

Hengawê berê dabû zanîn ku êvareya roja Sêşemî 21ê Mijdarê, Esed Hesenpûr di dema kolberiyê de li sînorê Banê hatiye birîndarkirin, herwisa ragehand ku navbirî ji ber dijwarbûna birînên xwe, bo beşa lênêrîna taybet a nexweşxaneyê hatiye veguhestin û ragehandibû ku rewşa wî pir xirab e.
 
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama 19 rojên derbasbûyî de (piştî serdana Îbrahîm Reîsî bo Banê) aliyê kêm 4 kolber li sînorê Banê bi gulleyên rasterast ên hêzên sînorî hatine kuştin.


Di vî warî de zêde bixwînin