Bane; Birîndarbûna 9 kolberan bi gulleyên rasterast ên hêzên sînorî

Îsmaîl Rehîmî, Esed Hesenpûr û du kolberên bi navên biçûk Selam û Jewhar yên xelkê ba

22 November 2023 22:20

 

Hengaw; Çarşemî 22ê Mijdara 2023an 


Îsmaîl Rehîmî, Esed Hesenpûr û du kolberên bi navên biçûk Selam û Jewhar yên xelkê bajarê Seqizê, Mehdî Cemalî ji Banê, Siyamend û Şahîn (paşnavên van ne diyar e), her du ji Bokanê, Mihemed (paşnav ne diyar e), ji Sinê û kolberekî din ê bi navê Murad (paşnav ne diyar e) ji ber gullereşanda Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li sînorê Banê birîndar bûne.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, derengiya êvareya roja Sêşemê 21ê Mijdara 2023an, herî kêm 9 kolber ji bajarên Seqez, Bokan, Bane û Sine li ser sînor. “Hengehjale” yê ser bi bajarê Banê ji aliyê dest, serî, ling û zikê xwe ve bi giranî birîndar bûne.

Li gor gotina çavkaniyeke agahdar, Esed Hesenpûr kolberê temen 25 salî ku xelkê gundê Cefer Xan yê ser bi Seqizê ye, ji aliyê zikê xwe ve birîndar bûye û ji ber dijwarbûna birînên xwe, bo beşa taybet a nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî  ya Banê hatiye veguhestin û hatiye ragehandin ku rewşa wî pir xirab e.


Di vî warî de zêde bixwînin