Nexede; Selam Azerî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

Selam (Şahîn) Azerî, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Nexedê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate b

23 November 2023 13:43

 

Hengaw, Pêncşemî 23ê Mijadara 2023an

Selam (Şahîn) Azerî, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Nexedê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hate veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 18ê Mijdara 2023an, Selam Azerî yê temen 40 salî û xelkê bajarê Nexedê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Li gor gotina çavkaniyek agahdar, ev welatiyê han bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî li cihê karê xwe û bi awayekî hovane hatiye girtin. Mala navbirî jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve bi tevahî hatiye vekolînkirin.

Herwisa, lipeyketinên malabata navbirî li derheq agahdarbûn ji rewşa Selam Azerî heya niha bê encam maye û ji sedemên girtin û herwisa tohmetên ku bi ser de hatinî sepandin, heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek serast ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin