Hemedan; Mîlad Zohrewend yê xwenîşanderê girtî bi dizî ve hate darvekirin

Sizayê darvekirina Mîlad Zohrewend yê xelkê bajarê Melayêrê û yek ji girtiyên tevgera Jin,

23 November 2023 19:24

 

Hengaw; Pêncşemî 23ê Mijdara 2023an

Sizayê darvekirina Mîlad Zohrewend yê xelkê bajarê Melayêrê û yek ji girtiyên tevgera Jin, Jiyan, Azadî li vî bajarî, di girtîgeha navendî ya Hemedanê de bi dizî ve hate cîbicîkirîn; darvekirina wî di bin bandora Spaha Pasdaran de hatiye pêkanîn û keşa bajarê Melayêrê bi tevahî hatiye milîtarîzekirin. 

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pênşemî 23ê Mijdara 2023an, sizayê darvekirina Mîlad Zohrewend yê 20 salî û xelkê bajarê Melayêrê, bi senaryoyeke çêkirî ya "kuştina yek ji endamê hêzên hikûmetî yê bi navê Elî Nezerî di meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî de" hate cîbicîkirin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, darvekirina ciwanê nerazî bi awayekî dizî û bi bê agahdarkirina malbatê û bê hevdîtina dawî ya bi malbatê re hatiye cîbicîkirîn û ji sibêdeha îro ve hêzên çekdar yên hikûmetê di cihên giştî yên bajar de hatine bicihkirin.

Hengaw tevî şermezarkirina îdama veşartî ya Mîlad Zohrewend û hewisa tevî nerohnbûna dosiyeya wî jî, radigehîne ku ew kiryare ne tenê mafê jiyanê binpê dike, belkî bi awayekî eşkere binpêkirina mafê mirovî yê girtî û malbata wî ye. Darvekirina bi bê agahdarkirina berê ya bi malbatê re û rênedan ji bo xatirxastina dawiyê, bi eşkere nîşan dide ku girîngiyê bi prensîbên mirovdostî û mafê bingehîn yê mirovan nadin.

Hengawê berê di raporekê de bi huşdardan derheq metirsiya li ser canê Mîlad nivîsîbû: Tevî wê ku malbata Elî Nezerî, pasdarê ku di meşa xwenîşandanên Jin Jiyan Azadî de hatibû kuştin rizayeta Mîlad Zohrewend dabû, lê Spaha Pasdaran bi zextan, parêzeriya malbata wî kesê ser bi hikûmetê xistibû bin destê xwe û bi bê rizayeta vê malbatê, daxwaza birêvebirina cezayê darvekirina navbirî kiribû.

Mîlad Zohrewend li roja Pêncşemî 27ê Cotmeha 2022an, di meşa nerazîbûna xelkê bajarê Melayêrê de, ji aliyê Spaha Pasdaran ve digel pênc hevwelatiyên dinê hatibû girtin û piştre ji aliye Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan û paşê ji girtîgeha Melayêrê ji bo girtîgeha navendî ya Hemedanê hatibû veguhastin. 

Cara destpêkê Hengawê nûçeya girtin û sizayê darvekirina Mîlad Zohrewend ragehanibû û Hengawê tevî şermezarkirina vê kiryarê daxwaza bala lezgîn a saziyên mafê mirovî derheq vê bûyerê kiribû.
 
Hêjayî gotinê ye ku Mîlad Zohrewend di heyama girtina xwe de li gor yasayên Komara Îslamî ya Îranê ji mafê xwe yê herî sereke wek destpêregihîştin bi parêzer û mafên dinê hatibû bêparkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin