Birîndarkirina berdewam a kolberan; 5 kolberên din li ser sînorê Banê hatine birîndarkirin

Sê kolberên xelkê Seqizê yên bi navên “Edîb Rencberî, Mihemed Reşîdzade û Hesen Fe

23 November 2023 22:48

 

Hengaw; Pêncşemî 23ê Mijdara 2023an

Sê kolberên xelkê Seqizê yên bi navên “Edîb Rencberî, Mihemed Reşîdzade û Hesen Ferecî” û herwisa 2 kolberên din ên bi navên “Perwîz Qadirî” yê xelkê bajarê Bane û “Pêjman Remezanî” yê xelkê bajarê Bokanê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên cihgir li ser sînorî “Hengejale” yê ser bi Banê bi giranî birîndar bûn.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Çarşemî 22ê Mijdara 2023an, kolberê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê “Pêjman Remezanî”, bi teqekirina Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê Baneyê birîndar bû.

Hevdem, Hesen Ferecî koberê 29 salî yê xelkê bajarê Seqizê jî, bi gullereşandina rasterat a hêzên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Banê hate birîndarkirin.

Beriya wê kekê jî, roja Sêşemî 21ê Mijdara 2023an, Perwîz Qadirî yê temen 29 salî û xelkê Banê, Mihemed Reşîdzade û Edîb Rencberî yê temen 29 salî, du kolberên din ên xelkê Seqizê, li heman sînorî bi gulleyên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatine birîndarkirin. Li gorî çavkaniyeke agehdar, zêdetirî 30 gulle ji aliyê xwarê laşê Edîb Rencber ketibûn.


Di vî warî de zêde bixwînin