Bane; Hêzên hikûmetî li mewdaya 2 metrî kolberek birîndar kirin

Kolberekî Kurd yê xelkê Bokanê bi navê Ferzad Ezîzî li ser sînorê "Hengejale" bi gulleyên

24 November 2023 18:11

 

Hengaw; Înê 24ê Mijdara 2023an

Kolberekî Kurd yê xelkê Bokanê bi navê Ferzad Ezîzî li ser sînorê "Hengejale" bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) bi dijwarî hate birîndarkirin. Ciwanê birîndar ji bo tedawiyên pizîşkî bo yek ji navendên pizîşkî yên bajarê Tewrêzê hate veguhestin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Çarşemî 22ê Mijdara 2023an, kolberê 23 salî û xelkê bajarê Bokanê yê bi navê Ferzad Ezîzî li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) bi dijwarî hatiye birîndarkirin.
Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, Ferzad Azîzî bi gulleyên saçmeyî û li mewdaya 2 metriyê ji aliyê navteng û pişta xwe ve bi giranî birîndar bûye.

Herwiha hatiye zanîn ku Ferzad Ezîzî ji ber dijwarbûna birînên xwe, ji bo nexwaşxaneya Şuheda ya Tewrêzê hatiye veguhestin û hatiye zanîn ku rewşa tendirustiya wî gelek xirab e.


Di vî warî de zêde bixwînin