Darvekirina nûciwanê 17 salî di girtîgeha Sebzewarê de

Sizayê darvekirina nûciwanê 17 salî yê bi navê “Hemîdriza Azerî” yê xelkê bajarê Sebzewar

25 November 2023 10:55

 

Hengaw; Şemî 25ê Mijdara 2023an

Sizayê darvekirina nûciwanê 17 salî yê bi navê “Hemîdriza Azerî” yê xelkê bajarê Sebzewar ê ser bi parêzgeha Xorasana Rezewî di girtîgeha vî bajarî de hate cîbicîkirin. Beriya niha ev nûciwane bi tohmeta “kuştina bi zanebûn”ê hatîbû girtin û piştre sizayê darvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Înê 24ê Mijdara 2023an, sizayê darvekirina nûciwanê xelkê Sebzewarê yê bi navê Hemîdriza Azerî di girtîgeha vî bajarî de hate cîbicîkirin.

Li gor belgeyekê ku gihaye destê Hengawê, Hemîdriza Azerî di dema encamdana vî sizayê de 16 sal û 8 meh û 18 roj temenê wî hebûye û dema darvekirinê jî 17 sal û 3 meh û 14 roj temen hebûye.

Di vê derheqê de, nûçegihaniya “Tesnîm” a ser bi Spaha Pasdaran, bi bê ti îşareyek bi nav û temenê vî nûciwanê tohmetbar, nûceyek di vê derheqê de belav kiriye û nivîsiye ku “girtiyek di 11 Gulana 2023an de, piştî şerûpevçûn bi Hemîdriza Eldaxî re li ser pirsgirêka namûsî bi kêrê ew kuştiye.

Pêka lipeyketinên Hengawê, Hemîdriza Azerî, wekî tohmetbarê pile yekem ê dosiyeyê, ji aliyê taya tekem a Dadgeha Tawanan a Sebzewarê ve bi darvekirinê û girtiyek din yê bi navê Ebulfezil Serpûşî, wekî tohmetbarê pile duyem, sizayê 15 sal girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.

Darvekirina nûciwanan binpêkirina eşkere ya mafê mirovî ye. Ev yeka li dijî pirensîbên bingehîn yên Konvansiyona Mafê Zarokan a Saziya Netewên Yekgirtî û standardên nawdewletî yên dinê ye. Her zarokek mafê destpêregihîştin bi piştevaniya yasa û meşa dadperwerane ya dadweriyê heye û birêvebirina sizayê giran wekî darvekirin, wan pirensîbane binpê dike.


Di vî warî de zêde bixwînin