Sînorê Banê; Du kolberên xelkê Bokanê bi gulleyên rasterast ên hêzên çekdar yên hikûmetî hatine birîdarkirin

Du kolberên ciwan yên xelkê bajarê Bokanê yên bi navê Mîlad Mihemedî Rad û Îsmaîl

25 November 2023 12:36

 

Hengaw; Şemî 25ê Mijdara 2023an

Du kolberên ciwan yên xelkê bajarê Bokanê yên bi navê Mîlad Mihemedî Rad û Îsmaîl Nasirî, bi gullereşandina rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) ên cihgir li sînorê (Hengejale) yê Banê, bi dijwarî hatine birîndarkirin û bo navendên pizîşkî hatine veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Çarşemî 22ê Mijdara 2023an, Mîlad Mihemedî Rad yê kolberê temen 23 salî û xelkê bajarê Bokanê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî ên cihgir li ser sînorê "Hengejale" yê Banê bi dijwarî hate birîndarkirin.

Li gor çavkaniyeke agahdar, Mîlad Mihemedî Rad, ji ber giranbûna birînên xwe bo nexweşxaneya Bokanê hatiye veguhestin û rewşa tendirustiya wî gelekî xirap e.

Ev kolberê ciwan, du hestiyên destê wî bi tundî ziyan dîtine û yek ji demarên destê wî hatiye birîn, ku li gor pizîşkan, neştergerî bo destê wî nayê kirin.

Hevdem digel Mîlad Mihemedî Rad, kolberekî din yê bi navê Ferzad Ezîzî yê temen 23 salî û xelkê Bokanê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî, li ser sînorê "Hengejale" yê Banê hatiye birîndarkirin.

Ji aliyek dinê ve, şeva Pêncşemî 23ê Mijdarê, kolberekî din yê bi navê Îsmaîl Nasirî Ehek yê xelkê Bokanê, li ser heman sînorê bi gulleyên rasterast ên hêzên sînorî ji aliyê ranê xwe ve bi giranî birîdar bûye. Ev kolberê han xîzandar û bavê zarokekê ye.


Di vî warî de zêde bixwînin