Rapora Hengawê bi minasibeta 25ê Mijdarê roja cîhanî ya “Pêşîgirtin ji Tundûtîjiyên Dijî Jinan”

Pêka belge û amrên ku di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hati

25 November 2023 13:49

 

Hengaw; Şemî 25ê Mijdara 2023an

Pêka belge û amrên ku di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatinî tomarkirin, bi minasibeta 25ê Mijdarê roja cîhanî ya “Pêşîgirtin ji Tundûtîjiyên Dijî Jinan”, ji destpêka sala 2013an heta vê gavê 104 jin hatine kuştin. Di wê heyamê de 16 jin hatine darvekirin û ji bo 128 çalakvanên jin sizayê lêdana qamçî, girtîgeh û darvekirinê hatiye birîn. Herwisa ji despêka sala zayînî ya îsal ve heta niha aliyê kêm 308 çalakvanên jin li Îranê hatine girtin.

Ji sala 1981an ve 25ê Mijdarê wek roja cîhanî ya “Pêşîgirtin ji Tundûtîjiyên Dijî Jinan” hatiye binavkirin. Di vê rojê de pêwîst e tekezî li ser îradeya cîhanî ya lihemberderketin li dijî tundûtîjiyên regezî bê kirin. Ev bîranîne ji bo yada kuştina hovane ya sê xwişkên Mîrabêlê, çalakvanên siyasî yên xelkê Komara Domînîkanê hate hilbijartin. Tevgerên femînîstî û parêzerên wekheviya regezî her salê di vê hilkeftê de kempeynên cur bi cur di asta cîhanê de ji bo hişyarbûn ji mijarên tundûtîjiyên regezî li dar dixin. jin ne tenê di Îranê de bi dehan sale di bin desthilatdariya Komara Îslamî de rûbirûyê nebûna her cure qada azadiyê ji bo lidarxistina kampanyayên bi vî rengî bûne, belkî niha bi derbasbûna salekê ji kuştina Jîna Emînî ji aliyê hikûmetê ve, zext û zordariya li ser jinan û çalakvanan di warê wekheviya zayendî de zêdetir bûye.

 

Kuştina 104 jinan di kêmtirî 11 mehan de, zêdetirî %32 ji wan kuştina ji ber pirsgirêkên namûsî bûne

Li gor amarên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, ji destpêka sala 2023an ve heta niha herî kêm 104 jin li bajarên cur bi cur ên Îranê ji aliyê endamên malbatê û kesên nêzîkê xwe ve hatine kuştin.

Li gorî vê raporê, herî kêm 34 jin, wate %32.5î ya tevahiya jinên ku di vê heyamê de hatine kuştin, di bin navê namûsê de hatine kuştin.

Herî zêde ya kuştina jinan di 11 mehên dawî de bi 19 halet wate 18.2% a hemû bûyeran li xwe digire, li parêzgeha Tehranê hatiye tomarkirin. Herwiha 14 haletên kuştina jinan li parêzgeha Urmiyê hatine tomarkirin ku 9 ji wan bi mebesta namûsê hatine kirin û herî zêde ya kuştina jinan li vê parêzgehê bûye. Li parêzgeha Kirmaşanê 8 û li parêzgehên Fars û Kerecê jî 7 haletên kuştina jinan hatine tomarkirin.

Aliyê kêm nîveya jinên ku di sala borî de hatinî kuştin, ji aliyê mêrê xwe ve hatine kuştin; Ev yeka 49 halet wate %47 ji gelempera wan haletan e. Herwisa 8 jin ji aliyê mêrên xwe yên berê ve û 5 jin jî, ji aliyê dezgîranên xwe ve hatine kuştin. Ji xeynî wan amaran zêdetirîn jinên ku di heyama 11 mehan de ji aliyê bav yan biranên xwe ve hatinî kuştin 24 halet in. Bûyerên din ên kuştina jinan jî, ji aliyê kesên nêzî wan ve hatine kirin.

Belavkirina raporên zêdetir li ser kuştina jinan di salên borî de nayê wê wateyê ku hejmara kuştina jinan zêde bûye, lê dibe ku ji ber hesasiyetên civakî û siyasî yên piştî kuştina Romîna û herweha kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, haletên jinkujiyê zêdetir têne medyayîkirin.

 

Darvekirina 16 jinan di heyama kêmtirî 11 mehan de

Pêka amara û belgeyên Hengawê, ji destpêka îsal ve aliyê kêm 16 jin di girtîgehên cuda yên Îranê de hatine darvekirin ku 3 kes ji wan bi tohmetên madên hişber û 11 kes bi tohmeta kuştina bi zanebûn ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatine sizadan.

 

Sepandina sizayê girtîgeh, îdam û lêdana qamçiyan bi ser 128 çalakvanên jin de

Pêka belge û amarên Hengawê, di heyama 11 mehan de, aliyê kêm 127 çalakvanên jin di seranserê Îranê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatine sizadan ku 5 kes ji wan bi navên Fatime Mêhrî ji bajarê Şehrê Kurd, Leyla Mensûr, Nataşar Xizirî Cewadî, Mojgan Îlanlû û Fernaz Hesenzade ji Tehranê, Mîna Yeiqûbî ji Erakê, Periya Kerîm Ednanî ji Seqizê û Lalê Wehabî ji Taleşê tevî girtîgehê bi lêdana qamçiyan jî hatine sizadan. Di nav wan de sizayê Lalê Wehabî bi rê ve çûye.

Herwisa çalakvaneka jin a Kurd ya bi navê Nesîm Nemazî ji aliyê taya sê ya Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi îdamê hatiye sizadan.

Ji 128 jinên çalakvanên jinan ên ku bi girtîgehê hatine sizadan, 21 jinên çalakvanên Behayî û 19 jî çalakvanên jin ên Kurd in. 28 jin ji ber ku di tevgera Jin Jiyan Azadî de beşdarî kiribûn ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve cezayê girtîgeh û qamçiyê bi ser wan de hatiye sepandin.

 

Binçavkirian 309 çalakvanên jina ji destpêka îsal ve

Pêka belge û amarên tomarkirî di Navenda Amarî ya Hengawê de, ji destpêka îsal ve heta niha (328 roj), aliyê kêm 308 çalakvanên jinan di seranserê Îranê de ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî yên Îranê ve hatine girtin.

Ji gelempera wan 308 jinên ku di kêmtirî 11 mehan de hatinî girtin, 89 ji wan wate %29 ji gelempera haletan, çalakvanên jin ên Kurd bûne. Herwisa 50 çalakvanên jin ên Behayî wate %16 ji gelempera haletan di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin