Seqiz; Ebdulah Xwînserd, endamê berê yê tîma “Muay Thai” û xwediyê du medalê bironzên cîhanî bi girtîgehê hate sizadan

Ebdulah Xwînserd, werzişkarê Kurd yê xelkê Seqizê û endamê berê yê

25 November 2023 22:25

 

Hengaw; Şemî 25ê Mijdara 2023an

Ebdulah Xwînserd, werzişkarê Kurd yê xelkê Seqizê û endamê berê yê tîma “Muay Thai” a Îranê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve ji ber beşdarîkirin di tevgera “Jin Jiyan Azadî” de bi du sal û şe meh girtîgehê û herwisa salek dûrxistin ji warê xwe jî hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Ebdulah Xwînserd yê xwediyê du medalên cîhanî di werzişa “Muay Thai”ê de, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi tohmetên “propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê û bêrêzîkirin bi Xamineyî”, li ser hev bi du sal û şeş meh girtîgehê hate sizadan. Navbirî herwisa bi salek dûrxistin bo bajarê Sûsengêrda Xûzistanê hatiye sizadan.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Ebdulah Xwînserd ku niha li girtîgeha Seqizê bi dosiyeyek dinê re sizayê xwe derbas dike, di vê dawiyê de bi tohmeta beşdarîkirin di tevgera Jin, Jiyan, Azadî de, ji bo wî dosyayek nû hatiye vekirin û rastî sizayê du sal û şeş meh girtîgehê hatiye.

Ebdulah Xwînserd, du medalên bironz di salên 2010 û 2012an de, li kêbirkêyên cîhanî li welatên Taylend û Uzbekistanê ji bo tîma neteweyî ya “Muay Thai” a Îranê bi dest xistibû.


Di vî warî de zêde bixwînin