Kolberekî 17 salî li ser sînorê Banê bi gulleyên rasterast ên hêzên sînorî hate kuştin

Farûq Elîzade, nûciwanê kolber yê 17 salî û xelkê navçeya Rebet a ser bi Serdeştê, bi gullereşandina raste

26 November 2023 10:20

 

Hengaw; Yekşemî 26ê Mijdara 2023an

Farûq Elîzade, nûciwanê kolber yê 17 salî û xelkê navçeya Rebet a ser bi Serdeştê, bi gullereşandina rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 2ê sibêdeha roja Yekşemî 26ê Mijdara 2023an, nûciwanekî kolber yê bi navê Farûq Elîzade yê 17 salî û  xelkê gundê Ganiman yê ser bi herêma Rebeta bajarê Serdeştê, bi gullereşandina rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên cihgir li ser sînorê Hengejale yê girêdayî bajarê Banê hate kuştin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Ferûq Elîzade di dema kolberiyê de, ji aliyê ser ve bûye armanca çeka saçmeyî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û canê xwe ji dest daye.

Pêka amarên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama du mehên derbasbûyî de, herî kêm 7 kolber li sînorên bajarê Banê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin. Herwiha li meha Xezelwera Rojî wate rojên dawî yên Cotmehê heta naverasta meha Mijdara Zayînî, herî kêm 10 nûciwanên kolber li sînorên Kurdistanê birîndar bûne ku 8 ji wan li sînorê Hengejale û bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) birîndar bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin