Cezayê darvekirina 3 girtiyên ku ji wan du biran e li girtîgeha navendî ya Nehawendê hate cîbicîkirin

Sizayê darvekirina Ferşîd Pîrheyatî û birayê wî, Ferşad Pîrheyatî digel girtiyekî din yê hevdos

26 November 2023 13:37

 

Hengaw; Şemî 26ê Mijdara 2023an

Sizayê darvekirina Ferşîd Pîrheyatî û birayê wî, Ferşad Pîrheyatî digel girtiyekî din yê hevdosyeya wan, yê bi navê Esxer Sûrî, li girtîgeha navendî ya Nehawendê hate cîbicîkirin. Ev girtiyên han berê bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" bi darvekirinê hatibûn sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 26ê Mijdara 2023an, Ferşîd û Ferşad Pîrheyatî û Esxer Sûrî, sê welatiyên Lor li girtîgeha navendî ya Nehawendê ya ser bi parêzgeha Hemadanê hatine darvekirin.

Berê Hengawê dabû zanîn, ku egera darvekirina wan girtiyan heye ku hewlên malbatên wan girtiyan ji bo bidestxistina rizayeta malbala kesê hatî kuştin, bê encam mane.

Ferşîd Pîrheyatî, Ferşad Pîrheyatî û Esxer Sûrî, roja 24ê Şibata 2019an, di pevçûnekê de, hevwelatiyê bi navê Mêysem Zemaniyan kuştin û piştre hatine girtin û bi îdamê hatine sizadan. Kesek din jî bi darvekirinê hatibû sizadan, lê ev reviya.

Nûçeya darvekirina Ferşîd Pîrheyatî, Ferşad Pîrheyatî û Esxer Sûrî heta dema belavbûna vê raporê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.a


Di vî warî de zêde bixwînin