Birîndarbûna çar kolberan li ser sînorên Kurdistanê ku yek ji wan nûciwan e

Îbrahîm Mehmûdî yê xelkê Banê, Siya Xudamuradî yê 18 salî û xelkê bajarê Merîwanê, Kam

26 November 2023 22:01

 

Hengaw; Yekşemî 26ê Mijdara 2023an

Îbrahîm Mehmûdî yê xelkê Banê, Siya Xudamuradî yê 18 salî û xelkê bajarê Merîwanê, Kamran Seîdzade yê xelkê bajarê Seqizê û kolberekî din ê bi navê Hebîb (paşnavê wî nediyer e) yê xelkê Kirmaşanê li ser sînorên Banê, Merîwan û Newsûdê bi gulleyên rasteras ên çekdarên hikûmetê hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 26ê Mijdara 2023an, Îbrahîm Mehmûdî, kolberê 24 salî yê xelkê Banê, bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê Hengejale yê girêdayî vî bajarî hate birîndarkirin.

Hevdem kolberekî din ê bi navê Siya Xudamuradî yê 18 salî û xelkê bajarê Merîwanê, di dema kolberiyê de li ser sînorê "Hencîran" ê ser bi Merîwanê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) bi dijwarî hate birîndarkirin.

Beriya vê yekê jî, êvareya roja Şemî 25ê Mijdarê, Kamran Seîdzade, kolberekî din yê xelkê bajarê Seqizê li ser sînorê "Hengejale" bi gulleyên Hêzên Sînorî, ji aliyê dest û pêyê xwe ve hatibû birîndarkirin û ji bo yek ji navendên pizîşkî yên bajarê Seqizê hatibû veguhestin

Kolberekî din jî yê bi navê Hebîb (paşnavê wî nediyer e) êvareya borî  di meşa kolberiyê de ji bilindahiya Kelê Qendî li ser sînorê Newsûd ê girêdayî Kirmanşanê bi giranî hatibû birîndarkirin û ji bo tedawiyê bo yek  ji navendên pizîşkî hatibû veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin