Kolberek li ser sînorê Newsûdê bi teqeya hêzên leşkerî hate kuştin

Yawer Weysî, kolberê ciwan ê xelkê bajarê Selasa Bawecanî yê girêdayî Kirmaşanê, di dema

27 November 2023 09:40

 

Hengaw; 27 Mijdara 2023an

Yawer Weysî, kolberê ciwan ê xelkê bajarê Selasa Bawecanî yê girêdayî Kirmaşanê, di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hete kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvarya Yekşemî 26ê Mijdara 2023an, Yawer Weysî, kolberê 28 salî yê xelkê gundê Qulqule yê ser bi Selasa Bawecanî bi gullereşandina rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li Newsûdê hate kuştin.

Pêka çavkaniyeke agehdar, Yawer Weysî ji mewdaya nêzîk û bi çeka şer a kilaşînkofê ji aliyê Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) ve bûye armanc û piştî veguhastin bo dermanxaneya Newsûdê, ji ber kûrahiya birînan canê xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinê ye ku Yawer Weysî xîzandar û xwediyê du zarokan e.

Roja borî jî, Farûq Elîzade, nûciwanê kolber yê 17 salî û xelkê navçeya Rebet a ser bi Serdeştê, bi gullereşandina rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin.


Di vî warî de zêde bixwînin