Cezayê darvekirina du girtiyên Kurd li girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hate cîbicîkirin

Cezayê darvekirina du girtiyên Kurd yên bi navê Iqbal Şukrulahî yê xe

28 November 2023 11:45

 

Hengaw; Sêşemî 28ê Mijdara 2023an

Cezayê darvekirina du girtiyên Kurd yên bi navê Iqbal Fathulahî yê xelkê bajarê Îlamê û Muhsên Emrayî yê xelkê Kohdeştê ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûn sizadan, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 28ê Mijdara 2023an, du girtî yên bi navê Iqbal Fathulahî yê xelkê bajarê Îlamê û Muhsên Emrayî yê xelkê bajarê Girawendê yê girêdayî Kohdeştê li girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatin darvekirin.

Ev du girtiyên han nêzî 5 sal berî niha di dosyeyeke hevpar de bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûn girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi dirvekirinê hatibûne sizadan.

Roja borî hevdem digel wan du girtiyan, aliyê kêm du girtiyên din yên bi navê Hemîd Bexşayêş û Mîlad Nebatî ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û kuştina bi zanebûn bi darvekirinê hatibûn sizadan, bo odeya takekesî hatine veguhestin û ti zanyariyeke serast ji qedera wan li ber dest nîne.

Nûçeya darvekirina van du girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî ya Komra Îslamî ya Îranê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin