Li Îlamê sê girtî hatine darvekirin

Sizayê darvekirina Şehram Mihemedbeygî yê xwediyê pileya sêyem li warê “Rêpîvîna Çolat”i

28 November 2023 12:19

 

Hengaw; Sêşemî 28ê Mijdara 2023an

Sizayê darvekirina Şehram Mihemedbeygî yê xwediyê pileya sêyem li warê “Rêpîvîna Çolat”iyê di asta Asiyayê de û du girtiyên din yên Kurd di girtîgeha navnedî ya Îlamê de hate cîbicîkirin. Nasnameya du girtiyên din ji aliyê Hengawê ve tê lêkolînkirin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 28ê Mijdara 2023an, sizayê Şehram Mihemedbeygî, girtiyê 38 salî yê xelkê Îlamê û qehrimanê rêpîvîna çolatî ya ciwanên Îranê li girtîgeha navendî ya Îlamê bi rê ve çû

Şehram Mihemedbeygî ku bavê sê zarokan e, sê sal berî niha bi tohmeta kuştina hevalê xwe yê bi navê Mucteba Pîrî hatibû girtin û paşê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Ev werzişvane xwediyê pileya sêyem di asta Asiyayê de, li meşa xwenişandanên Cotmeha 2019an jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî wê yekê ji zanîngehê hate derxistin.

Hêjayî gotinê ye ku Şehram Mihemedbeygî, sala 2004an di kêbirkêya Asiyayî ya revîna nav çolatiyê de pileya sêyem bi dest xistibû û di kêbirkêyên navxweyî yên di asta ciwanan de jî, medala zêr bi dest xistibû.

Nasnameya du girtiyên din ku ew jî welatiyên Kurd in û xelkê Îlamê ne û herdu jî bi tohemta kuştina bi zanebûn bi îdamê hatibûne sizdan, ji aliyê Hengawê ve di halê lêkolînê de ye.

Nûçeya darvekirina van  girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî ya Komra Îslamî ya Îranê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin