Kirmaşan; Nigeraniyên li ser rewşa kolberekî ku li ser sînorê Newsûdê hatibû birîndarkirin

Hebîb Rizayî, kolberê temen 52 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê bi gulleyên ra

28 November 2023 14:20

 

Hengaw; Sêşemî 28ê Mijdara 2023an

Hebîb Rizayî, kolberê temen 52 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê bi gulleyên rasterast ên hêzên çekdar ên Komara Îsalmî ya Îranê bi dijwarî birîndar bibû û rewşa tendirustiya wî li nexweşxaneyê bi xirabî hatiye ragehandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 26ê Mijdara 2023an, Hebîb Rizayî, kolberê 52 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê Newsûdê yê Kirmaşanê, bi dijwarî hatibû birîndarkirin.

Li gor gotina çavkaniyeke agahdar, ev kolberê han ku ji aliyê pişta xwe ve bibû armanca gulleyan û rastî şikestina mohrên pişt û xwînrêjiya tund a hundur hatiye.

Hebîb Rizayî, niha ji bo beşa lênêrîna taybet a nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê hatiye veguhestin û rewşa tendirustiya wî bi xirab hatiye ragehandin.


Di vî warî de zêde bixwînin