Sine; 16 meh girtîgeh bi ser Mamosta Husên Elîmuradî de hate sepandin

Mamosta Husên Elîmoradî, rêveberê dibistana xwendina olî ya “Îbrahîm Xe

28 November 2023 20:32

 

Hengaw Sêşemî 28ê Adara 2023an


 Mamosta Husên Elîmoradî, rêveberê dibistana xwendina olî ya “Îbrahîm Xelîlullah” li bajarê Sine, ji aliyê Dadgeha Taybet a Melayan (Ruhaniyan) ya bajarê Hemedanê ve, bi 16 meh girtîgehê hat sizadayin. Mamosta di destpêka Biharê jî, ji aliyên ve Dadgehê ve li ser dosyayeke din bi du salan girtine hatîbû sizadayin.
 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, herî dawiyê  Mamosta Husên Elîmoradî ji aliyê Dadgeha Taybet a Melayan (Ruhaniyan) ya Hemdanê ve bi tohmeta “kiryar li dijî ewlehiya Welat” û “propagandakirina dijî Komara Îslamî ya Îranê” bi 16 mehan cezayê girtîgehê hate sizadayin.

 Ev meleyê Kurd ku  xelkê Sine ye, di 22ê Mijdara 2023an ji bo Dadgeha Taybet a Melayan (Ruhaniyan) ya bajarê Hemedanê hatibû daxwazgkirin.

 Pêştir jî, roja Sêşemî 4ê Nîsana 2023an Mamosta Husên Elîmoradî ji aliyê Dadgeha Taybet a Melayan(Ruhaniyan) ya bajarê Hemedan ve bi du sal zîndana rawestanê(telîqî) hatibû sizadayin.

Heman Dadgehê di meha Şubata 2023an de, Husên Elîmoradî bi "tevlihevkirina raya giştî" tohmetbar û ji ber vê yekê navbirî ji bo Dadgehê bang kirêbû.


Di vî warî de zêde bixwînin