Eşkerebûna nasnameya du girtiyên din ku di girtîgeha navendî ya Îlamê de hatibûn darvekirin

Nasnameya du girtiyên din ku di girtîgeha navendî ya Îlamê de hatibûn darve

28 November 2023 22:12

 

Hengaw; Sêşemî 28ê Mijdara 2023an

Nasnameya du girtiyên din ku di girtîgeha navendî ya Îlamê de hatibûn darvekirin, yên bi navê Elî Aqa Mihemedî û Nasir Meqsûdî, ji aliyê Hengawê ve hatine eşkerekirin. Hevdem digel wan du girtiyan, sizayê darvekirina Şehram Mihemedbeygî yê xwediyê pileya sêyem li warê “Rêpîvîna Çolat”iyê di asta Asiyayê de hatibû cîbicîkirin. Ev girtiyên han berê bi tohemta "kuştina bi zanebûn" bi îdamê hatibûne sizdan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 28ê Mijdara 2023an, sizayê darvekirima Elî Aqa Mihemedî yê temen 47 salî û xelkê Melekşahê yê girêdayî Îlamê, di girtîgeha navendî ya Îlamê de hate cîbicîkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, Elî Aqa Mihemedî, sala borî bi tohmeta kuştina hevjîna xwe hatibû girtin û paşê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Herwisa, sizayê darvekirima Nasir Meqsûdî, yê xelkê Dereşehrê yê parêzgeha Îlamê, di girtîgeha navendî ya Îlamê de hate cîbicîkirin. Ev girtiyê han jî, sê sal berî niha bi tohmeta kuştinê hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.

Hevdem digel van du girtiyan, sizayê darvekirina Şehram Mihemedbeygî, girtiyê 38 salî, yê xelkê Îlamê û qehrimanê rêpîvîna çolatî ya ciwanên Îranê li girtîgeha navendî ya Îlamê hate cîbicîkirin. Navbirî sê sal berî niha bi tohmeta kuştina hevalê xwe yê bi navê Mucteba Pîrî hatibû girtin û paşê bi darvekirinê hatibû sizadan.

Ev werzişvane, li meşa xwenişandanên Cotmeha 2019an jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî wê yekê ji zanîngehê hatibû derxistin. Navbirî, sala 2004an di kêbirkêya Asiyayî ya revîna nav çolatiyê de pileya sêyem bi dest xistibû û di kêbirkêyên navxweyî yên di asta ciwanan de jî, medala zêr bi dest xistibû.

Nûçeya darvekirina van sê girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî ya Komra Îslamî ya Îranê de nehatine belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin