Birîndarbûna du kolberan li ser sînorên Banê û Newsûdê

Ariya Meadî, kolberê 17 salî û xelkê bajarê Banê li ser sînorê "Hengejale" yê vî bajarî û Em

29 November 2023 08:52

 

Hengaw; çarşemî 29ê Mijdara 2023an

Ariya Meadî, kolberê 17 salî û xelkê bajarê Banê li ser sînorê "Hengejale" yê vî bajarî û Emîr Mihemedî xelkê Selasa Bawecanî li ser sînorê Newsûdê bi gulleyên rasterast ên çekdarên Îranê hatine birîndarkirin û rewşa tendirustiya Ariya Meadî baş nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 27ê Mijdara 2023an, Ariya Meadî yê kolberê nûciwan ê 17 salî û xelkê Banê bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî), bi dijwarî hatiye birîndarkirin.

Ariya Meadî piştî veguhastinê bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Banê, ji ber giraniya birînên xwe, ji bo navendên pizîşkî yên Tewrêzê hate veguhastin û hatiye gotin ku rewşa wî pir xirab e.

Herwiha roja Yekşemî 26ê Mijdarê, Emîr Mihemedî yê xelkê gundê “Kîsele” yê ser bi Selasa Bawecaniya Kirmaşanê di bilindahiya sînorê Newsûdê de bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî), bi dijwarî hatibû birîndarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Emîr Mihemedî bi gulleyên şer ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî), ji aliyê pêyê xwe ve bi dijwarî hatibû birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin