Eyûb Kerîmî yê girtiyê olî yê Kurd hate darvekirin

Sizayê darvekirina Eyûb Kerîmî yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê, piştî derba

29 November 2023 13:15

 

Hengaw; Çarşemî 29ê Mijdara 2023an

Sizayê darvekirina Eyûb Kerîmî yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê, piştî derbaskirina 14 sal girtîgeh, di girtîgeha Qizilhesar a Kerecê de hate cîbicîkirin. Meha borî, sizayê darvekirina Qasim Abestê, yek ji hevdosyeyên Eyûb Kerîmî hatibû cîbicîkirin. Pênc girtiyên din yên hevdosyeyên wan di girtîgehê de ne û di bin metirsiya darvekirinê de ne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 29ê Mijdara 2023an, sizayê darvekirina Eyûb Kerîmî yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê û bavê du zarokan, di girtîgeha Qizilheaar a bajarê Kerecê de hate cîbicîkirin.

Darvekirina Eyûb Kerîmî di demekê de ye ku, sibêdeha roja Yekşemî 5ê Mijdara 2023an, sizayê darvekirina Qasim Abestê yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê û hevdosyeyê Eyûb Kerîmî, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hatibû cîbicîkirin.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî şermezarkirina darvekirina Eyûb Kerîmî, radigehîne ku ev girtiyê siyasî di proseyeke giştî ya nerohn, nedadperwer û neyasayî de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Eyûb Kerîmî, weke yek ji tohmebarên dosyaya kuştina “Ebdulrehîm Tîna”, digel Qasim Abeste û pênc çalakvanên olî yên din ên Kurd bi navê Dawûd Ebdulahî, Ferhad Selîmî, Enwer Xizrî, Xisrew Beşaret, Kamran Şêxe, ji aliyê taya 28 a Dadgeha Şoreş ya Tehranê ve bi serokatiya dadwer “Meqîse”, bi tometên weke “hewldan li dijî ewlehiya netewî, çalakî li dijî hikûmetê, endamê girûpên Selefî û gendelî li ser erdê (ifsad fî erzê)” bi darvekirinê hatibûne cezakirin.

Di vê dawiyê de Hengawê vîdyoyek ji dayîka 70 salî ya Eyûb Kerîmî belav kiribû ku rû li raya giştî û bi taybetî Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê, daxwaza sekinandina sizayê darvekirina kurê xwe kiribû.

Herwisa, Hengawê di raporekê de, ji egera darvekirina Eyûb Kerîmî û 5 kesên din yên hevdosyeyên navbirî yên bi navê Dawûd Ebdulahî, Ferhad Selîmî, Enwer Xizrî, Xisrew Beşaret, Kamran Şêxe weşandibû.

Ev girtiyên olî, di 7ê Kanûna 2009an de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaata Urmiyê hatibûne veguhestin.

Kombûna pêdaçûn bi tohmetên van girtiyên olî yên Kurd di dawiya meha Adara 2016an de hate lidarxistin û cezayê wan di 25ê Gulana 2016an de bi fermî ji wan re hate ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku hukmê navbirî di dawiya sala 2016an de, ji aliyê taya 41 a Dîwana Bilind a Îranê bi serokatiya dadwer Razînî hate redkirin û bi mebesta pêdaçûnê bo taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê hatibû şandin. Di Gulana 2018an de, Qasim Abestê û 6 hevdosyeyên din bi tohmeta "gendelî li ser erdê" (ifsad fî erz) careke din ji aliyê taya 15 a Dadgeha Şoreş ya Tehranê ve bi serokatiya Dadwer Ebulqasim Selewatî cezayê darvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Ev cezaye bi givaşên berdewam ên îdareya Îtilaata Urmiyê ji aliyê taya 41 a Dadgeha Bilind ve hate pesendkirin û roja Duşemî 4ê Adara 2020an, bi awayekî fermî bi Mehmûd Welîzade Tebatebayî, parêzerê van heft girtiyên olî yên Kurd re hate ragihandin.

Ev girtiyên olî yên Kurd ku li girtîgeha Goherdeştê de dihatine ragirtin û 1ê Tebaxa îsal piştî valakirina vê girtîgehê, bo girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatibûn veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin