Jinek ji aliyê hevjînê xwe ve li bajarê Kengawerê hate kuştin

Jineke ciwan a xelka bajarê Kengawerê ya bi navê Merziye Şeşyêganî ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin.

29 November 2023 16:11


Hengaw; Çarşemî 29ê Mijdara 2023an

Jineke ciwan a xelka bajarê Kengawerê ya bi navê Merziye Şeşyêganî ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin. bikuj hatiye girtin û sedema kuştina hevjîna xwe jî nakokiyên malbatî daye zanînin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 25ê Mijdara 2023an û hevdem digel roja cîhanî ya Pêşîgirtin ji Tundûtîjiyên Dijî Jinan, jinek ciwan a xelka gundê Rehmanabad ê ser bi bajarê Kengawerê yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, bi navê Merziye (Sonya) Şeşyêganî, ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin.

Hengawê zaniye, ku ev jina ciwan dayîka du zarokan bûye û di van salên dawî de ji ber ku berdewam ji aliyê hevjînê xwe ve rastî lêdan û kutanê dihat, çendîn caran çûbû mala dayîk û bavê xwe û her carê jî bi navbeynkariya mezinên malbatê vegeriyabû cem hevjînê xwe.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Merziye dawî car du meh beriya niha piştî ku rastî lêdaneke tund hatibû, vegeriyabû mala dayîk û bavê xwe, lê careke din bi navbeynkariya mezinan û malbata xwe vegeriyabû cem hevjînê xwe û piştî çend rojan ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin.

Hêjayê gotinê ye ku bikuj ji aliyê polîsan ve hatiye girtin û diyarî kiriye ku sedema kuştina hevjîna xwe nakokiyên malbatî bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin