Bane; Birîndarbûna 5 kolberan ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve ku yek ji wan nûciwan e

Arman Qasimî yê nûciwanê 17 salî, Arwîn Reşîdî yê 19 salî, Karo Tecrubêkar, Mihemed Weysî yên x

30 November 2023 08:17


Hengaw; Pêncşemî 30ê Mijdara 2023an

Arman Qasimî yê nûciwanê 17 salî, Arwîn Reşîdî yê 19 salî, Karo Tecrubêkar, Mihemed Weysî yên xelkê bajarê Seqîzê û Zahir (paşnavê wî nediyar e) yê xelkê Bokanê li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Çarşemî 29ê Mijdara 2023an, Arman Qasimî yê nûciwanê 17 salî û kolberek din yê bi navê Karo Tecrubêkar yê 19 salî û yên xelkê bajarê Seqizê bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Beriya vê yekê jî, roja Sêşemî 28ê Mijdara 2023an, Arwîn Reşîdî yê 19 salî û xelkê Seqîzê bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî), li sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê hatibû birîndarkirin.

Herwiha êvareya Şemî 25ê Mijdarê, 2 kolberên din ên bi navên Mihemed Weysî û Zahir (paşnavê wî nediyar e) yên xelkê Bokanê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî), li sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê hatine birîndarkirin.

Ev pênc kolber ji ber giranbûna birînên xwe, ji bo navendên pizîşkî hatine veguhestin. Di vê navberê de, Zahir kolberê xelkê Bokanê neştergerî ji bo hatiye kirin û rewşa tendirustiya Arwîn Reşîdî jî ku di nexwaşxana Şifa ya bajarê Bokanê de hatiye razandin, xirab e.


Di vî warî de zêde bixwînin