Rapora taybet a Hengawê derheq kuştina 16 kolberan li ser sînorê Banê

Ji destpêka sala Rojî ve heta niha, yanî di heyama 8 meh û 14 rojan de, 16 kolber ku yek

30 November 2023 10:06

 

Hengaw; Pêncşemî 30ê Mijdara 2023an

Ji destpêka sala Rojî ve heta niha, yanî di heyama 8 meh û 14 rojan de, 16 kolber ku yek ji van nûciwanê 17 salî yê xelkê bajarokê Rebetê bûye li ser sînorên bajarê Banê hatine kuştin. Herwisa ji despêka Payîzê (80 roj) heya niha, 82 kolber bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî), hatine birîndarkirin.

Pêka rapora Hengawê, di heyama 250 rojan de wate ji 22ê Adarê heta 26ê Mijdara 2023an, 16 kolber li ser sînorê Banê hatine kuştin ku ji vê lîsteyê, Resûl Gageşî yê xelkê Serdeştê û bavê 5 zarokan û Mihemed Letîf Ehmedpûr yê 26 salî û bavê zarokekê û xelkê Banê bi maşîna Hêzên Sînorî bûne armanc û 14 kesên din jî, bi teqeya rasterast hatine kuştin. Herwiha di heyama 70 rojan de, 82 kolber bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatine birîndarkirin.

Ev rapore nîşan dide ku, di 34 rojên dawiyê de, kuştina kolberan li ser sînorê Banê bi awayekî zêde bilind bûye û di vê heyamê de 6 kolber ji 16 kolberan bi gulleyên rasterast ên çekdarên Îranê hatine kuştin.

Lipeykevtinên vê dawiyê yên Hengawê nîşan didin ku, Mehdî Wahidî yê fermande û Mistefa Muradî yê cihgirê Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li Sînorê Banê û Sinê di wan bûyeran de roleke sereke hebûne ku li gor lêklolînên meydanî ev du berpirsên leşkerî di çend haletan de bi awayî rasterast rastî tawana kuştina kolberan hatine.

Her salê li ser sînorên Kurdistanê çendîn kolber ji ber kevtin ji bilindahiyan ve, hatina reniyê, gullereşandina rasterast û lêdana hêzên çekdarên Îranê têne birîndarkirin an jî têne kuştin; herwiha hin jî, ji ber rakirina barên giran rastî pirsgirêkên tendirustî yên wekî demara piştê tên ku amarek sererast ji van ber dest nîne.

Hengawê berê vîdyoyek belav kiribû ku tê de hêzên leşkerî yên Îranê netenê bi çeka Klaşînkofê, belkî çekên giran ên wekî Arpîcî jî bikar anîne, her di vê derheqê de Hengaw tevî nîşandan nigeraniya xwe derbarê bikaranîna cebilxaneyên nîve giran li dijî kolberan, daxwaza sepandina sizayên li ser çek û maliya Hêzên Sînorî yên Îranê û lêpêçîn û dadgehîkirina fermandên payebilind ên van hêzan dike ku tawanên li dijî kolberan diafirînin.

 

Lîsteya 16 kolberên hatinî kuştin li ser sînorê Banê ji despêka sala Rojî ve wiha ye:

1- Behzad Ezîdî 19 salî yê xelkê Banê, di 22ê Adara 2023an de bi gulleyên rasterast ên Hêzên Întizamî li rêya Banê hate kuştin.

2- Yeiqûb Ebasî yê 42 salî, xîzandar û xelkê Serdeştê di 18 Nîsanê 2023an de bi gulleyên rasterast ên Spaha Pasdarn li ser sînorê Banê hate kuştin.

3- Mihemed Letîf Ehmedpûr yê 26 salî, xîzandar û bavê zarokekê û xelkê Banê li 23ê Nîsana 2023an bi maşîna hêzên leşkerî bû bi armanckirin.

4- Huşiyar Hesenzade yê 20 salî û xelkê Banê li 5ê Hezîrana 2023an, bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî li sînorê Banê hate kuştin.

5- Wurya Şîrfî yê 27 salî û xelkê Banê, li 24ê Hezîrana 2023an bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî li sînorê Banê hate kuştin.

6- Huşiyar Emînî yê xelkê Banê, li 3ê Tebaxa 2023an bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî li sînorê Banê hate kuştin.

7- Resûl Gageşî, xîzandar û bavê 5 zarokan û xelkê Serdeştê, li 5ê Tebaxa 2023an, bi maşîna hêzên leşkerî bû bi armanc.

8- Erselan Resûlî yê xelkê Serdeştê, li 13ê Tebaxa 2023an, bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî li sînorê Banê hate kuştin.

9- Hamid Fercpûr li 5ê Îlona 2023an, bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî li sînorê Banê hate kuştin.

10- Mihemed Xalidî yê xelkê Banê li 29ê Îlona 2023an, bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî li sînorê Banê hate kuştin.

11- Muhsên Ebdulahî, 35 salî û xîzandar û bavê 4 zarokan û xelkê Banê, li 24ê Cotmeha 2023an bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî li sînorê Banê hate kuştin.

12- Azad Starpenah yê 43 salî, xîzandar û bavê 3 zarokan û xelkê Seqizê li 7ê Mijdara 2023an, bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî li sînorê Banê hate kuştin.

13- Yadigar Rehîmî yê xelkê Banê li 14 Mijdara 2023an, bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî li sînorê Banê hate kuştin.

14- Celal Heyderiyan yê xelkê Dîwandere li 15ê Mijdara 2023an, bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî li sînorê Banê hate kuştin.

15- Es`ed Hesenpûr yê xelkê Seqizê, li 22ê Mîjdara 2023an, bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî li sînorê Banê hate kuştin.

16- Farûq Elîzade yê 17 salî û xelkê Rebetê, li 26ê Mijdara 2023an, bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî li sînorê Banê hate kuştin.

 


Di vî warî de zêde bixwînin