Çar kolber li sînorên Bane û Seqizê bi gulleyên hêzên leşkerî hatine birîndarkirin

Pidram Rehîmî yê 18 salî û Bêhnam Serşîwî yê 19 salî û herdu xekê Seqizê, Sîna Reşîdpûr y

30 November 2023 21:50

 

Hengaw; Pêncşemî 30ê Mijdara 2023an

Pidram Rehîmî yê 18 salî û Bêhnam Serşîwî yê 19 salî û herdu xekê Seqizê, Sîna Reşîdpûr yê xelkê Banê û kolberê bi navê Zana Rahpeyker yê xelkê Merîwanê, bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorên Bane û Seqizê hatine birîndarkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Pêncşemî 30ê Mijdara 2023an, Sîna Reşîdpûr yê xelkê gundê "Zilî" yê ser bi bajarê Banê bi gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê vî gundî hate birîndarkirin û ji bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî hate veguhastin.

Beriya vê yekê, Çarşemî 29ê Mijdarê, Bêhnam Serşîwî yê 19 salî û xelkê Seqizê li ser sînorê "Hengejale" yê girêdayî Baneyê û Zana Rahpeyker yê xelkê Merîwanê li ser sînorê "Serşîw" yê Seqizê bi gullereşandina Hêzên Sînorî (Hengê Merzî" hate birîndarkirin.

Herwisa berê jî, êvareya Sêşemî 28ê Mijdarê, Pidram Rehîmî yê 18 salî û xelkê Seqizê, bi gullereşandina rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê Banê hatibû birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin