Amar: Di heyama Mijdara 2023an de 118 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

Li gorî belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di

01 December 2023 11:32


Hengaw; Pêncşemî 30ê Mijdara 2023an

Li gorî belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Mijdara 2023an de, aliyê kêm 118 kolber û kasibkar li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin wate %93.2 ji van haletan bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanî.

Li gorî vê raporê, 8 kolber hatine kuştin û 110 kolber jî birîndar bûne. Di vê heyamê de kolberek nûciwan bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatiye kuştin û 14 kolberên nûciwan ên dinê jî birîndar bûne.

Ev amare li gorî meha Cotmehê ku 30 kolber bûne qurbanî, 88 kolber wate %293 bilind bûye.

Zêdetirîn kolberên ku bûne qurbanî bi 93 haletan di parêzgeha Sinê de hatiye tomarkirin

 

Sedema canjidestdan yan birîndarbûn:

Gullereşandina rasterast: 111 kolber (6 kuştî û 105 birîndar) beranberî %93.2 ji gelempera haletan.

Teqîna mînê: 2 kolber (2 birîndar) beranberî %2.6 ji gelempera haletan.

Bûyerên sirûştî: 5 kolber (2 canjidestdayî û 3 birîndar) beranberî %4.2 ji gelempera haletan.

 

Cudakirina qurbaniyan li gorî parêzgehan:

Parêzgeha Urmiyê: 3 kolber ku 2 hatine kuştin û kolberek jî birîndar bûye.

Parêzgeha Sine: 93 kolber ku 5 hatine kuştin û 88 kolber jî birîndar bûne.

Parêzgeha Kirmaşan: 22 kolber ku kolberek hatiye kuştin û 21 kolber jî birîndar bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin